Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Eger Ocalan azad bûya…

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
EGER OCALAN AZAD BÛYA…

Dewleta tirkî ya dagîrker dema li hemberî Rêber Apo tecrîd da destpêkirin, diviya ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo wê roj têkoşîneke bênavber dest pê bikira.

Dema ku bajarên Kurdistanê hatin roxandin, ji bo azadiya Ocalan têkoşîneke bênavber hebûya wê Efrîn û Serê Kaniyê nehatibûna dagîrkirin. Eger piştî dagîrkeriya van herêman, ji bo azadiya Ocalan xebat hebûya wê li bakurê Kurdistanê destkeftiyên Kurdan yekbiyek nehatibûna tinekirin. Wê êrişî nirxên Kurdan jî nekiribûna. Dema ku ev yek pêk dianîn ji bo azadiya Ocalan bi şev û roj têkoşîn hebûya, wê operasyonên qirkirinê yên siyasî dest pê nekiribûna. Dema ku dest pê kir jî, Ocalan azad bûya, wê 24ê Nîsana 2021’ê, êrişî qadên parastinê yên Medya nekiribûna. Eger êrişan dest pê kir, ji bo azadiya Ocalan hê jî israr hebûya wê êrişî Şingalê nekiribûna.

Û eger îro jî dîsa ji bo ku Rêber Apo ne azad e; wê êrişên dewleta tirkî ya dagîrker li her deverê belav bibin. Ji bo ku Ocalan ne azad e, wê Kurd jinûve di dîzayinkirina Rojhilata Navî de peymana Sykes Picot bijîn.

Ji bo ku Rêber Apo ne azad e, li Rojava jî ewrên reş belav dibin. Sîstema Xweseriya Demokratîk îro jî bi talukeyên mezin re rûbirû ye. Aha wa ji niha ve Beşar Esed di daxuyaniyeke xwe de dibêje; “Divê pergala Sûriyeke nenavendî pêk were.” Ev bi serê xwe peyamek ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk e. Gelo bi peyamê çi tê gotin. Di bin van gotinan de lîstikek heye yan na.

Ji bo ku Rêber Apo ne azad e, Amerîka jî destûr dide ku dewleta tirkî êrişî Şingalê bike, nexweşxane were bombebarankirin û bi daxuyaniyekê dibêje; ‘haya me ji van êrişan nebû, me di çapameniyê de bihîst’. Amerîkaya qada hewayî ya Iraqê di kontrola wê de ye, ji bîr dike ku bê destûra wan ti balefir nikarin li heremê bifirin. Mirovayî bû şahid dema ku tecrîdê dest pê nekiribû Rêber Apo bal kişandibû ser talûkeya li pêşiya Şingalê û li ser vê yekê jî komek gerîla li wê derê bi cih bûbû. Vê komê pêşî li karesatên mezintir girtibû.

Ji bo ku pêşî li karesetên mezintir yên li pêşiya doza Kurd û Kurdistanê were girtin; divê ji bo azadiya Rêber Apo pir tişt werin kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv