CIWANÊN WELATPARÊZ 4. KONFERANSA XWE LIDAR XISTIN
EM Ê ASTA TEKOŞÎNA ‘AZADÎ JI RÊBER APO RE’ BILINDTIR BIKIN
20’ê Tebaxê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer, li bajarê Kerkûkê konferansa xwe ya 4’an lidar xistin.
Di axaftinên konferansê de têkoşîna gerîlayên li Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê hat silav kirin.
Piştî axaftinan perspektîfên Rêberê Apo yên ji bo ciwanan hat xwendin.
Piştî axftin û niqaşan 15 ciwan ji bo endamên meclîsa nû hatin hilbijartin.
Endamê Rêveberiya Giştî ya Komeleya Ciwanan Karzan Osman, têkildarî naverok, armanc û biryarên di konferansê de hatine girtin de axivî.
Karzan Osman, konferansê li hemû ciwanên waletparêz ê Kurdistanê pîroz kir;
Endama Rêveberiya Jinên Ciwan ên Têkoşer Şatû Mihemed çend xalên ku di encamnameya konferansê de derketine pêş wiha rêz kir:
– Li hemberî tecrîdkirina Rêber Apo, tevî şermezarkirina bê helwestiya Yekîtiya Ewrupa û cîhanê; em ê asta têkoşîna azadî ji bo Rêber Apo bilindtir bikin.
– Serî de başûr Şengal; li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li çar beşên Kurdistanê em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.
– Em; li hemberî siyaseta birçîkirin, bê îradekirina ciwanan û bikaranîna civakê ji bo siyasetên eşîrî û hizbîtiya teng, têkoşînê wekî erkê xwe dizanin.
– Li Başûrê Kurdistanê avakirina sîstema alternatîf a xwerêveberiya demokratîk, wekî erkê xwe dizanin.
– Piştgirî didin Xwerêveberiya Şengalê, sîstema bi hev re jiyana gelan ji bo Kerkûk û Başûrê Kurdistanê û em ê ji bo wê têbikoşin.