8. FESTÎVALA SAKÎNE CANSIZ-SARA
LI BAJARÊ ZURÎH Ê SWÎSRE BI COŞEKE MEZIN HAT LIDAR XISTIN
Bajarê Zurîh bi reng û dengê jinê xemilî…
8’emîn Festîvala Sakîne Cansiz bi navê din Sara li bajarê Swîsreyê pêk hat.
Ji serê sibê de bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên kurdî herikin cihê qadê.
Di destpêka festîvalê de di serî de jineolojî derbarê “Şîdeta li ser jinê û berxwedan”de panel û semîner pêk hatin.
Di festîvalê de berxwedana gerîla ya li dijî dagikeriyê hat silavkirin û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kirin.
Jinên enternasyonalîst jî bi peyamên xwe berxwedana Jinên kurd pîroz kirin.
Piştî axaftin û peyaman hunermendên kurd derketin ser dikê.
Kurdistaniyan bi gerandina govendê festîvala ku îsal dîyarî Denîz Poyraz hat kirin pîroz kir.