Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Plana qirêjî ya PDK’ê: PDK li dijî gerîla plana êrişeke nû dike

 

PLANA QIRÊJÎ YA PDK’Ê
PDK LI DIJÎ GERÎLA PLANA ÊRIŞEKE NÛ DIKE

Şerê li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê bi dijwarî dewam dike.

Artêşa dagirker li gel teknîka xwe ya mezin û çekên kîmyewî jî li hemberî gerîla nikare xwe li piyan bigre.

Ji ber vê gazî û hawara xwe avêtiye PDK’ê.

PDK jî ji aliyekî ve li herêmên weke Bradostê gund vala dike û li vir çete tên bicihkirin

Ji aliyê din ve jî li qadên weke Recbiraxa dixwaze eşîran li dijî egrîla bi çek bike û bide şerkirin.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera Lekolîn.orgê hatiye belavkirin; PDK li dû planên nû ye.

Nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî:
Ji Boxaza Geliyê Elîbeg ku bi ser navça Hewlêr Diyanayê ye û ji mintiqeya Mergêsor ê heta sirtên Bradostê diçe pêşmergeyên li stasyona Bazê û yên van herêman hatine vekişandin.

Van pêşmergeyan vekişandine Navenda Pêşmerge ya Xalaniyê.

Li gorî heman çavkaniyan PDK li dijî gerîlayên li van mintiqeyan dimînin ketiye nav plangeriyeke ku êrişeke noqteyî pêk bîne.

Di heman nûçeyê de tê destnîşankirin ku pêşmergeyên li qadên navborî ji bo ku naxwazin li dijî gerîla şer bikin wan ji cihê wan vekişandine.

Li şûna wan Hêzên Çekdar ên PDK’ê Zêrevan û Gulan hatine bicihkirin.

Ji bo vê plana qirêjî bibin serî jî konvoyeke 8 wesaîtî ya van hêzên navborî sewqî herêmê hatiye kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirine ku PDK çawa ku li Çiyayê Bexmê yê Xelîfan yekeyeke 3 gerîla provoke kir, di encamê de xwe li herêmê bi cih kir;

Niha dixwaze heman lîstikê li herêma Bradostê jî pêk bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv