Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Komploya navdewletî didome

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
KOMPLOYA NAVDEWLETÎ DIDOME

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dema li Sûriyeyê bû, di 1’ê Îlona 1998’an de agirbest îlan kir. Ocalan xwest ewil agirbestê îlan bike û piştre di nava aştiyê de diyalog û muzakereyan pêş bixin. Lê vê carê endamên MîT’ê û îstixbarata navdewletî bûn yek û Ocalan ji Şamê derxistin.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya navdewletî Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî radestî Tirkiyeyê kirin. Lê Ocalan û PKK’ê dîsa di çareserkirina bi rêya diyalog, muzakere, demokrasiyê de israr kir. Li zindana Îmraliyê her tim ji bo pirsgirêkê bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike têkoşiya. Di sala 2013’an de dema xwest pêvajoyek nû bide destpêkirin, di 9‘ê Çileya 2013’an de li Parîsê li dijî dîplomatên kurd ên jin êrîş pêk anîn. 3 dîplomat û siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê qetil kirin. Xwestin rê li pêş muzakere û diyalogê bigirin. Lê Ocalan dîsa di muzakere û dîplomasiyê de israr kir.

Gelek caran jî siyasetmedarên kurd xwestin li meclisê bi rêya siyasetê pirsgirêkê çareser bikin. Lê nûnerên kurdan piştî ketin meclisê û xwestin pirsgirêka kurd bînin meclisê vê carê bi lîncê re rû bi rû man û hatin girtin.

Dema em li van çend mînakan dinêrin em dibînin ku hêzên dewleta Tirkiyeyê û hêzên navdewletî her tim hêz û tevgera kurdan dişopîne. Çi cara kurd xwe bi rêxistin dikin, hewl didin xwe bi xwe bi rê ve bibin û pirsgirêka xwe bi rêya dîplomasî û muzakereyan çareser bikin, dibin hedefa hêzên navdewletî.

Êrîşa li dijî Şengalê û li dijî Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen jî berdewama komploya navdewletî ye û li pişt van êrîşan ne tenê Tirkiye, Iraq, DYA, Îran, Rûsya û welatên din jî hene.

Hêzên navdewletî tu carî naxwazin kurd bibin xwedî statu. Tu carî naxwazin kurd bi rêya dîplomasî û diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bike. Her cara ku ketiye nava hewldanan bûye hedef û êrîş.

Ji ber ku dizanin piştî kurd xwe bi rêxistin bikin û diplomasiya xwe pêş bixin, êdî dewletên cîhanê jî nikarin rê li pêş kurdan bigirin. Ji ber vê yekê divê kurd jî bêtir li doz û têkoşîna xwe xwedî derkeve û biparêze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv