Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ev 108 roj in girtî bi greva birçîbûnê ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin 14.03.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
EV 108 ROJ IN GIRTÎ BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊDIKOŞIN

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, girtiyên azadiyê li zîndanên dewleta Tirk tevî zext, zor û faşîzma li ser xwe jî têdikoşin.

27’ê Mijdara 2020’an girtiyên azadiyê bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye dest bi vê têkoşînê kirin.

Ji wê rojê ve ji her 5 rojan carekê bi awayekî dorveger dikevin greva birçîbûnê.

Çalakiya ku 108 roj li pey xwe hiştî ji aliyê koma 22yan ve tê birêvebirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MALBATÊN GIRTIYAN: DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE SER PIYAN

Malbatên girtiyan jî li rex têkoşîna zarokên xwe cih digirin.

Mizgîn Çoko û Mehmet Çoko li zîndanên cûda yên dewleta Tirk di nava vê têkoşînê de cihê xwe digirin.

Dayîka wan Şukriye Çoko derheqê têkoşîn û berxwedana zarokên xwe de axivî.

Şukriye Çoko behsa zilm û zora li ser zarokên xwe û hevalên wan kir û got, her du jî tevî nexweşiyên wan giran in di greva birçîbûnê de cihê xwe digirin.

Tecrîdeke giran li dijî wan heye.

Çalakiya wan mafdar e û em jî li pişt daxwazên wan in.

Divê her kes li dijî vê tecrîdê rabe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv