GIRTIYEKÎ DIN Ê NEXWEŞ JIYANA XWE JI DEST DA
TEVÎ WEXTÊ BERDANA HAYRETTÎN YILMAZ DERBAS JÎ BÛBÛ NEDIHAT BERDAN
Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, bi zext, zor, faşîzm û tecrîdê girtiyên nexweş ên siyasî terkî mirinê hatine kirin.
Herî dawî Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî li zîndana Tîpa T a Afyonkarahîsarê jiyana xwe ji dest da.
Bi Hayrettîn Yilmaz re nexweşiya penceşêra pişikê hebû û ev demek dirêj bû daxwaza berdana wî dihat kirin.
Her wiha cezayê wî yê mayî jî ketibû bin salekê û diviyabû bê berdan.
Hat ragihandin, ku gelek nexweşiyên cûda jî ji ber şert û mercên li zîndanê li Hayrettîn Yilmaz peyda bûbûn.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî hê doh daxuyaniyek dabû û bal kişandibû ser rewşa giran a Hayrettîn Yilmaz û daxwaza berdana wî kiribû.
Hayrettîn Yilmaz beriya niha dema tevî gelek hevalên xwe ji zîndana Bandirma ji bo zîndana Afyonkarahîsarê hatibû veguhestin, bi awayekî giran hatbû êşkencekirin.
Li zîndanê bi tena serê xwe nikarîbû debara xwe bike.
Lê tevî raporên nexweşiyê jî nedihat berdan û terkî mirinê hatibû kirin.
Cenazeyê Hayrettîn Yilmaz wê li Sêrtê were veşartin.