ŞENGALÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVIN
ÇALAKIYA “EM HEMÛ ASAYIŞ IN” 103 ROJ LI PÊY XWE HIŞT
Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî peymana di navbera Bexda û PDK’ê hatî îmzekirin dewam dike..
Çalakiya konvedanê ya 2’ê Kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 103’an de ye.
Çalakiya bi dirûşmeya “Em Hemû Asayiş in” ji aliyê meclîs û saziyên Şengalê ve tê rêvebirin.
Şêniyên herêmê ên serdana konê berxwedanê dikin, piştgiriya xwe diyar dikin..
Hevserokê Komelgeha Guhbel Emer Parsû jî di nav de ji hêrêma Guhbel komek welatî serdana konê çalakiyê kir.
Di serdanê de Emer Parsû axivî û got, êdî gelê Êzidî xwedî îradeye kes nikare îradeya wan bişkîne..
Di dewama axaftian xwe de Emer Parsû bal kişand ser êrişên li ser herêmê pêşdikevin û bêdengiya PDK’ê .