TERORA DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ KURDAN
ESKERÊN TIRK DU CIWANÊN KURD LI RÛBAROKÊ BIRÎNDAR KIRIN
Dagirkeriya Tirk her roj li devereke cûda êrişî Kurdan dike.
Êrişa herî dawî jî li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistnaê pêk hat.
18’ê Gulanê ciwanên bi navê Şahap Şendol û Celîl Ekîncî li bajarokê Colemêrgê Rûbarokê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin gullebarankirin.
Li bejahiya gundê Çemêkurkê Şahap Şendol li ser sînor li pezê xwe yê windabûyî digeriya û ciwanê din Celîl Ekîncî jî bazirganiya cixareyan dikir.
Artêşa dagirker her du ciwanên Kurd dan ber gulleyan.
Şahap ji destê xwe û Celîl jî ji zikê xwe bi giranî birîndar bû.
Ciwanên birîndar rakirin nexweşxaneyeke li Başûrê Kurdistanê.
Beriya niha jî birayê Celîl Ekîncî Reşat Ekîncî 31’ê Kanûna 2020’an li heman herêmê bi êrişa eskerên Tirk birîndar bûbû.
Reşat Ekîncî ji Ajansa Mezopotamya re axivî û got, pêşî hespê birayê min dikujin û paşê ji pişt ve li birayê min dixin. Gulle ji singa wî derket.
Ji bo Şahab û Celîl bikujin êriş kirin.