Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: Tekane rêya hilweşandina tecrîdê têkoşîn e

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TEKANE RÊYA HILWEŞANDINA TECRÎDÊ TÊKOŞÎN E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu tevli bernameya taybet a Medya Haberê bû.

Mustafa Karasu di şexsê Hakî Karer de Şehîdên Meha Gulanê, hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

Mustafa Karasu der barê Pergala Îşkence û Tecrîdê ya Îmaliyê de got:

Tecrîd tê wateya qirkirina gelê kurd hemûyî.

Ji ber ku nêzîkatiya li Rêber Apo çawa be, li gelê kurd jî bi heman rengî ye.

Divê neyê jibîrkirin; li Îmraliyê hiqûq tine ye.

Îcar ji bo şikandina vê pergala qirkirinê rêyek heye; ew jî têkoşîn e.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
JI BER KU RÊBER APO KURD ANÎN ASTA AZADIYÊ TOLA XWE JÊ DIGRIN

Der barê sedem û armanca tecrîda li ser Rêber Apo de jî wiha axivî:

Rêber Apo bi têkoşîna xwe gelê kurd anî asteke bilind.

Bi saya têkoşînê gelê kurd bû xwedî hêz û hişmendiya azadîxwaz.

Ji ber vê êrişî Kurd û Kurdistanê dikin.

Ji ber vê yekê jî dewleta tirk bi tecrîdê tola vê ji Rêber Apo digre.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DEWLETA TIRK DIXWAZE BI TASFIYEKIRINA PKK’Ê KURDAN QIR BIKE

Mustafa Karasu destnîşan kir ku êrişên tevgera dagirkeriyê jî parçeyek ji siyaseta tecrîdê ye û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî wiha nirxand:

Dewleta tirk dixwaze qira kurdan bîne. Lê dizane heta PKK’ê tine neke, nikare kurdan qir bike.

Di vî şerî de bi tawîz û bazarkirina Tirkiyê, bi xulamtiyê ji hêzên cîhanî jî destekekê digre.

Li pey vî şerî Amerîka, Ewrûpa û welatên NATO’yê jî hene. Bila gelê kurd vê zanîbe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DEWLETA TIRK LI CIHÊ KU TENGAV DIBE GAZÊN JEHRÊ BI KAR TÎNE

Mustafa Karasu li ser helwesta PDK’ê jî wiha axivî:

PDK ev êriş û tevgera dagirkeriyê erê kiriye.

Di vî şerî de bi dewleta tirk, Amerîka û Ewrûpa re PDK jî sûcdar e.

Heke PDK êrişan meşrû neke û hevkariyê pê re neke, dewleta tirk nikare êriş bike.

Niha jî şer bi dijwarî dewam dike. Bedêl jî tên dayîn.

Gerîla li gel dijwariya êrişan jî berxwedaneke dîrokî bi pêş dixe.

Artêşa dagirker li hemberî gerîla teviziye.

Nikare berxwedanê bişkîne radibe gazên jehrî bi kar tîne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
HEKE PKK WERE TASFIYEKIRIN WÊ NE PDK BIMÎNE NE JÎ DESKETIYÊN KURDAN

Mustafa Karasu diyar kir ku dewleta tirk bi van êrişên xwe yên dawîn pîlana êrişa li dijî Qendîlê jî dike:

Dewleta tirk pîlana êrişa li dijî Qendîlê dike.

Heke ne bi erêkirina PDK’ê be ev êriş nedihatin kirin.

PDK’ê erê kiriye, agahiya xwe jê heye.

Îcar em bifikirin, heke dagirker bi ser kevin wê çi bibe?

Wê ne PDK li holê bimîne ne jî desketiyên kurdan.

Ji bo wê jî belgeya ‘Helwesta Netewî’ ya KNK’ê gelekî girîng e lê divê di gotinê de jî nemîne

Ji ber wê jî divê kurd xeterê bibînin û bi hev re li dijî êrişan bisekinin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv