Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE li Efrînê li dagirkeran da: Di çalakiyan de 14 dagirker hatin kuştin

 

HRE LI EFRÎNÊ LI DAGIRKERAN DA
DI ÇALAKIYAN DE 14 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrinê der barê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me roja 19’ê Gulanê li dijî baregeha çeteyên dagirker a li gundê Basûfanê çalakiyek lidar xistin.

Di hemleya despêkê ya çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî bi awayekî birîndar ji baregehê reviyan.

Di berdewama şer de 4 çeteyên din hatin kuştin û çeteyek hat birîndarkirin.”

HRE’yê derbarê tevgera atêşa dagirer a Tirk jî ev agahî par vekir.

“Piştî çalakiyê artêşa tirk bi hevkariya komên çete li derdora gund dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Li vir jî di encama çalakiyeke sabotajê de seyareyek hat rûxandin, 3 eskerên Tirk û çeteyek hatin kuştin.

Piştî çalakiyê dema hêzên dagirker hewl didan cenazeyên xwe rakin, çalakiyeke din a sabotajê hat lidarxistin.

Li vir jî 2 çete hatin kuştin, motorek hat rûxandin.

Piştî wan çalakiyan hêzên dagirker bi desteka balafirên keşfê derdora baregehê û gundên herêma Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.”

Di daxuyaniyê de li ser encama şer ev agahî hat dayin.

“Di wan çalakiyan de bi giştî 11 çete û 3 leşker hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî birîndar bûn.

Seyareyek, motorek, doçkayek tevî pîkaba wê, termalek, dûrbînek û bêtêlek hatin rûxandin.

BKC’yek, 3 AK-47, dûrbîneke şevê, bêtêlek û 3 telefon jî hatin desteserkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv