Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ Û HEVKARIYA PDK’Ê
JI 24’Ê TÎRMEHA 2015’AN VE ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ DIJWARTIR DIBIN

22’ê Tîrmeha 2015’an li Serêkaniya Rihayê 2 polîs Tirk bi awayekî gûman hatin kuştin.

AKP kuştina van polîsan ji xwe re kir hecet û dawî li pêvajoya diyalogê anî.

Ji 24’ê Tîrmeha sala 2015’an û şûn ve starta şerekî qirêj hat dayîn.

Êrişên dewleta Tirk bi herêmên Parastina Medyayê ve sînordar neman û bi têgeha dagirkeriyê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dan ber xwe.

Di gava ewil de Cerablûs, Bab, Ezaz û derdora Efrînê hatin dagirkerin.

Bi vê dagirkeriyê, ji bo herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir bike amadekarî hatin kirin.

Di encama van êrişan de bi hezan kes hatin qetilkirin û bi deh hezaran kes jî ji axa xwe bû.

PDK’ê bi navê ENKS xwest li Serêkaniyê û Girê Spî bi rolekê rabe;

Li dijî şervanên Azadiyê li gel çeteyên Tirk êrîşî herêmên Kurda kirin.

Dewleta Tirk Kanûna 2017’an di çarçoveya plana dagirkeriyê de êrîşî qada Bradostê kir.

Pêşî hewl da ku ji Ava Hecîbeg derbas bike û bikev eqadê.

Pişre li ser Ava Hecîbeg pir çêkir, hewl da ku hêzê bişîne ser Deşta Heyatê, Çiyayê Sîro, Bermizê.

Çekdarên PDK’ê di nava vê tevgera dagirkeriyê de cîh girtin.

Rayedarên PDK’ê ji bo xwe mafdar derxin PKK weke sedema van êrîşan nîşan didan.

20’ê Çileyê 2018’an dewleta Tirk navber da êrîşên li ser Bradostê, li gel çeteyên DAÎŞ Nûsra, Îxwanî Misilim berê êrîşên dagirkirinê da ser Efrînê.

Adara 2018’an piştî ku Efrîn dagir kir û komkujî pêk anîn, îca giranî da êrîşên xwe yên li ser Bradost û Başûr.

26’ê Adara 2019’an Neçîrvan Berzanî bi merasîma sund xwarinê bû Serokatiya Herêma Kurdistanê di merasimê de Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglu jî amade bû.

Di heman rojê de artêşa Tirk êrîşên li ser herêma Bradostê heta Xakurkê û çiyayê Şekîf dest bi êrişek berfireh kir.

Di parelelên van êrişên de li ser herêmên Şeladizê, Deralûkê û ser sînor êrîşan domand, gelek gund hatin valakirin.

PDK’ê weke her carê hewl dida ku van êrişên dewleta tirk rewa bike.

Dewleta Tirk a dagirker Tebaxa 2019’an êrîş bir ser herêma Heftanîn. Di van êrişan de sivîl bûn hedef.

Bi hevkariya komên çete di Cotmehê de êrîş bir ser Serêkaniyê û Girê Spî.

Di êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî de jî weke Efrînê PDK’ê bi ENKS’ê re li cem dewleta Tirk cîh girt.

Dewleta Tirk piştî van êrişan sala 2020’an dîsa hewl da ku Heftanînê dagir bike.

PDK di van hemû pêvajoyan de bi rengekî aşkere an jî veşartî li cem dewleta Tirk cîh girt.

Tevî hemû nerazîbûnan jî PDK di vê hevkariya qirêj de bi israre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv