Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya PDK’ê dibe palpişta ambargoya Rojavayê Kurdistanê

 

ASTENGIYÊN ÇÛNHATINA DERIYÊ SÊMALKA
RÊVEBERIYA PDK’Ê DIBE PALPIŞTA AMBARGOYA ROJAVAYÊ KURDISTAN Ê

Deriyê Sêmalka…

Di navbera du heremên Kurdistanê yekane pireke li ser çema dicleyê ye.

Piştî şoreşa rojava Sêmelka her tim bû hedefa dagirkeriya Tirk û DAÎŞ’ê.

Ji ber ku ev pir ji bo her du herêmên Kurdistanê xwedî ciheke jeostratejîke.

Li ser vê pirê, ji bo gelê Rojava derman,amûrên tibbî tê rê kirin û her wiha di navbera her du herêman de bazirganî tê kirin.

Her wiha kesên ku nexweşîyên wan yên giran heyî ji bo tedaviyê derbasê Başûrê Kurdistanê dibin.

Rêveberiya Başûr ji sala 2013’an vir ve gelek caran derî yekalî girt.

Niha jî dixwaze bi deqsorîkirina welatiyan çûnûhatinan jî bide sekinandin.

Kesên ku dixwazin derbasî başûr bin ji wan daxwazname dixwazin.

Ev daxwaz ji rayedarên Pêşxabûrê re tê rêkirin, piştî erêkirina wê derê dikarin derbas bibin yan jî nebin.

Lê niha formeke nû ji wan dixwazin ku ev formeke istihbaratî ye.

Hêj li gel vê di odeyekê de di lêpirsînê re tên derbaskirin.

Tevî van jî erêkirin yan jî redkirin dimîne li ser kêfiyeta rayedarên Başûr.

Li aliyê din agahiyek sosret jî heye ku lêpirsîn bi destê MÎT’a tirk tê kirin.

Welatî dibêjin ‘Em jî Kurdin, ew jî Kurdin lê çîma astengiyan derxînin.

Tişta herî balkêş û rûreşiyê jî ew e ku , tê gotin tedawiyên şervanên birîndar ên ku di şerê dijî DAÎŞ’ê şer kirine tên astengkirin..

Rêveberiya Rojava ji ber zextan û nerazîbûnên gel meha Hezîranê çûn hatina derî yek alî da sekinandin.

Çend roj piştre jî derî dubare hat vekirin..

Lê hin aliyên xêrnexwaz ev helwest berovajî kirin û gotin Rêveberiya Rojava derî girt û çûnhatina gel asteng kir.

Ji ber têkildarî van iftirayan rêveberiya deriyê Sêmalka daxuyaniyek da û wiha hat gotin;

“Ji bo derbasbûna Başûr tijekirina formeke agahiyên istixbaratî tê ferz kirin,

Li gor vê jî divê welatî 48 saetan benda erêkirinê bibe û derbas bibin.

Lê belê bersiv piştî hefteyekê yan jî 10 rojan tê.

Heta niha 106 daxwaz hatin redkirin.

Asayîşa Dihokê banga ajokarên ku şervanan dibe nexweşxaneyan kiriye û gefa xistina zindanê li wan xwariye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv