Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê topyekûn ê qirkirina Kurdan: Êrişên 24’ê Tîrmehê

 

ŞERÊ TOPYEKÛN Ê QIRKIRINA KURDAN: ÊRIŞÊN 24’Ê TÎRMEHÊ
ERDOGAN LIHEVKIRINA DOLMABAHÇEYÊ ÎNKAR KIR, VEGERIYA KONSEPTA ŞER

28’ê Sibata 2015’an bi beşdariya Sirri Surreya Onder, Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken li Dolmabahçeyê Metna Lihevkirinê hate xwendin.

Erdogan roja lihevkirinê got; ‘Em bi hesreta vê bangê bûn’.

Lê HDP’ê ragihand ku bi navê partiyê tevlî hilbijartinên 7’ê Hezîranê dibin û encamên anketên têkildarî hilbijartinê, ne bi dilê Erdogan bûn.

Lewra di Adara 2015’an de îdîa kir ku wî lihevkirina Dolmabahçeyê ji rojnameyan xwendiye û haya wî jê nîne.

Peyvajoya ku ji serî heta dawî haya wî jê hebû înkar kir.

Di meha Gulanê de jî Yalçin Akdogan ê wê demê alîkarê Serokwezîr bû got:

‘HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û AKP lawaz bibe, wê peyvajoya çareseriyê nemîne”.

Berî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an êrişên li ser HDP’ê zêde bûn. AKP’ê pêla netewperestiyê sor kir.

Li alîkî li çiyayê Tendûrekê 2 gerîla û sivîlek qetil kirin.

Bi destê DAIŞ’ê bombe xistin avahiyên HDP’ê yên Edene û Mersînê.

Dîsa xebatkarê HDP’ê yê hilbijartinê Hamdullah Oge li Kanîreşê qetil kirin.

AKP’ê berî hilbijartinên 7’ê Hezîranê şer dixwest.

5’ê Hezîranê bi destê DAIŞ’ê êrişî mîtînga fînalê ya HDP’ê ya Amedê kirin.

Di êrişê de 5 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Lê di hilbijartinê de HDP’ê 13.1 ji dengan wergirt û 80’ê parlamenter şand Meclisê.

Endamê şandeya Îmraliyê Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan vê carê jî got: ‘HDP êdî tenê dikare fîlmê pêvajoya çareseriyê çêbike’.

Piştî wê di 20’ê Tîrmehê de di nav ciwanên sosyalîst ên dixwestin ji bo piştgiriyê biçin Kobanê bi destê DAIŞ’ê bombe teqandin.

33 Ciwan qetil kirin û ji 100’î zêdetir jî birîndar bûn..

Lê ji bo AKP’ê ev jî ji bo dana destpêkirina şer ne bes bû.

Vê carê di 22’yê Tîrmehê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs li mala xwe mirî hatin dîtin.

Ev yek weke bûyera ku dawî li peyvajoya çareseriyê anî, nîşan dan.

Lê paşê derket ku vê yekê di encama şerê desthilatdariyê ya di navbera AKP û Cemaeta Gulen de rû daye.

AKP’ya şer dixwest 24’ê Tîrmeh a 2015’an, di salvegera Peymana Lozanê de herî kêm 400 deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer bombe kirin.

Bêguman şerê hegemonya Osmaniya nû ya desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê ku bi şerê li dijî kurdan destpê kir, li deverên mîna Iraq, Sûriye, Libya, Qerebax dewam kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv