ÊRIŞÊN AKP-MHP’Ê LI SER MELE’YÊN KURD
“HÛN ÇIMA XUTBEYÊ BI KURDÎ DIDIN?”
26 Endamên Kongreya Îslama Demokratîk û Komeleya Alîmên Olî li Stenbolê hatibûn binçavkirin.
Kesên binçavkirî doh sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çagliyanê hatin kirin.
Tevî Serokê Komeleya Alîmên Olî Ekrem Baran 9 kes hatin girtin.
Parêzeran dan zanîn kesên din ên hatine girtin, Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû ne.
Oldarên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Parêzer Vedat Ece têkildarî sûcdariyên derheqê oldaran de li ber edliyeyê axivî.
Ece diyar kir ku muwekîlên wî tenê ji ber bi kurdî xutbe dane û li pêşiya cemaetê nimêj kirine hatine girtin.
Parlamentera HDP’ê Hûda Kaya jî li dijî girtina oldaran nerazîbûn nîşan da.
Hûda Kaya destnîşan kir ku oldarên hatin girtin ji ber qebûl nekirin bibin meleyên Qesrê ev zilm li wan tê kirin.