Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E: Divê Almanya dev ji vê helwesta xwe berde

 

ALMANYA CIVATA GIŞTÎ YA KCDK-EWRÛPA QEDEXE KIR
KCDK-E: DIVÊ ALMANYA DEV JI VÊ HELWESTA XWE BERDE

Sîwana partî, sazî û rêxistinên Kurd ên li derveyî welêt, Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê ye.

KCDK-E’yê wê sibe li bajarê Almanya Kolnê civata xwe ya giştî ya 4an li darxistiba.

Lê Almanya lidarxistina kongreyê qedexe kir.

Polîsên Alman ev yek hem bi rêya telefonê hem jî bi rêya rojnameyekê ragihandin.

Weke sebeb jî hat ragihandin, ku KCDK-Ewrûpa dewama PKK’ê ye, ku li Almanya qedexekiriye.

Her wiha derewa “wê 200 PKK’yî yên di asta bilind de beşdarî kongreyê bin jî “weke ji qedexeya xwe re kiriye spartek.

KCDK-Ewrûpayê bi bîr xist, ku ew li Belçîkayê bi awayekî fermî hatine damezrandin û wê bi beşdariya sedan delegeyên ji gelek welatan li hev civiyaba.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Almanya bi vî rengî bi sedan Kurd krîmînalîze kirine û bang lê hat kirin ku dev ji vê helwesta xwe berde.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv