PARLEMENA EWRÛPA PÊŞNÛMEYA LI DIJÎ DEWLETA TIRK ERÊ KIR
JI SEDÊ 90’Ê PARLEMENTERAN DOZA GIRTINA HDP’Ê MEHKÛM KIRIN Û GUHERTINÊN DEMOKRATÎK XWESTIN
Encamnameya rûniştina Parlemena Ewrûpayê û pêşnûmebiryara derbarê Tirkiyê ket ber dengdanê û bi 603 dengan hat erê kirin.
Ji 672 parlementeran 67 bê alî man, û tenê du kesan red kir.
Pêşnume bi giranî bal dikişîne ser doza ji bo girtina partiya HDPê û ji Tirkiyê dixwaze ku ji bo vekirina derfetên demokratîk siyaseta xwe ya dijminane û zextên li ser endam û rêvebirên HDPê rawestîne, .
Li gor wê yekê pêşniyar hat kirin ku gilînameyên di bin navê “terorîzmê” de ji nû ve werin nirxandin.
Li alyê din hat xwestin ku hevserokên berê yên HDPê Fîgen Yuksekdax û Seleheddîn Demirtaş werin berdan û sîstema dewleta Tirk li gor Yekitiya Ewrupayê were guhertin.
Parlementoya ewropayê xwest “dozên Kobanê” ji nêzîk ve werin şopandin û rêya serdana girtîgehan were vekirin.
Bi gelemper pêşniyar li dewleta Tirk hate kirin ku di mijara mafê mirov, mafê jinan, Peymana Stenbol, azadiya ol û etnîkê de pêşketinan pêk bîne.