Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişa qirkirina siyasî ya li dijî jinên kurd: Hejmara jinên hatine girtin bû 11

 

ÊRIŞA QIRKIRINA SIYASÎ YA LI DIJÎ JINÊN KURD
HEJMARA JINÊN HATINE GIRTIN BÛ 11

5’ê Nîsanê bi fermana rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê polîsên dewleta Tirk li dijî Komeleya Rosa, TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê, DBP û Meclîsên Jinên Sosyalîst êrişeke qirkirina siyasî kirin.

Di serdegirtina sazî û malan de 26 jin kirin binçavan.

Her wiha dîsa zirar dan Komeleya Rosa û gelek malan.

Di nava binçavkiriyan de rojnamevan Bêrîtan Canozer jî hebû.

Ji jinên binçavkirî pêşî Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Hevseroka DBPa Amedê Seval Gulmez, Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zuxurlî hatin girtin.

Herî dawî aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Endamên Meclîsa Şaredariya Amedê Bahar Karakaş Ulux û Rabîa Tekas îfade dan.

Di dadgehê de her sê jin bi îdîaya ku “endamên rêxistinê ne” hatin girtin û xistin zîndana jinan a Amedê.

Bi vê yekê hêjmara jinên ku hatine girtin bû 11.

Li dayîka aştiyê Nezahat Teke jî biryara hepsa malê hatibû dayîn.

14 jinên rojnamevan Bêrîtan Canozer jî di navê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv