LI BAKURÊ KURDISTANÊ BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN
LI 11 BAJAR, 52 NAVÇE 534 TAX Û 426 GUNDAN QEDEXE HATINE RAGIHANDIN
Komeleya Çavdêriya Koçê rapora xwe ya derbarê qedexeyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin eşkere kir.
Komele di raporê de balê dikşîne ser qedexeyên ji sala 2015’an heya 2020’an hatine ragihandin.
Di raporê de tê gotin ku qedexeya derketina kolanan û koçberiya li Amed, Batman, Çewlik, Bedlîs, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim û Mûşê destpê kirî, didome.
Rapor diyar dike ku di heman pêvajoyê de li 11 bajêr, 52 navçe, 534 tax, 347 gund û 240 herêman derketina derve hatiye qedexekirin û bûyerên binpêkirina mafan jî zêde bûne.
Di raporê de herwiha tê desîşankirin ku hewildanên lêgerîna edaletê ên kesen ji ber van qedexeyan maxdur bûne jî hatine astengkirin.
Di dewama rapora Komeleya Çavdêriya Koçê de li ser 34 kesên li navçeya Cizîrê ji aliyê polîsên tirk ve hatin şewitandin jî wiha tê gotin:
Tevî giliyên têkildarî bûyerê hatine kirin jî, bi îdîaya ku “Di bûyerê de sedemên qanûnî hebûne” doz nehatiye vekirin