Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nadine Maenza: ‘Divê Amerîka rêveberiya xweser nas bike’

 

“DIVÊ AMERÎKA RÊVEBERIYA XWESER NAS BIKE”
KOMÎSERA DESTEYA BAWERIYÊ YA NAVNETEWÎ NADÎNE MAENZA LI ROJAVA YE

Komîsera Desteya Azadiya Baweriyan a Navnetewî ya Amerîkayê Nadine Maenza li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Nadine Maenza rêzehevdîtinan bi rayedarên Rêveberiya Xweser, QSD, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li herêmê re çêdike.

Maenza diyar kir ku wê weke komîser bi eşkereyî ji rêveberiya Amerîkayê xwestine ku bi awayekî siyasî Rêveberiya Xweser nas bike û got:

Xelkê vê derê hêja ye ku hikûmeteke wan hebe û ji aliyê hêzên navnetewî ve werin naskirin.

Me ji rêveberiya Biden xwest têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berfireh bike.

Maenza bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî

û diyar kir ku êdî dewleta tirk wê nikaribe weke serdema Trump di vê serdemê de jî bi dilê xwe li herêmê tevbigere.

Maneza bang li hikumeta Amerîkayê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike û diyar kir ku ev yek ji bo her du aliyan guncaw e û gaveke baş ber bi çareseriya Sûriyê ve ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv