Piştî ku polîsên Fransayê êriş bi ser xelkê ku li ber avahiya Konseya Ewropayê kon veda, li Londonê girseya gel dakete qadan.
Kurdên li paytexta Îngilistan Londonê tevî dostên xwe daketin qadan û hem êrişa polîsên Fransayê ya li ser gundê komun ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate avakirin, hem jî hewldana PDK’ê ya ketina nava Şengalê şermezar kirin.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, TÊKO-JIN û Meclîsa Gelê Kurd a Londonê pêk hat û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qîrîn.
Meş li herêma Haringeyê qediya ku Navenda Civaka Kurd lê ye. Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrişa hovane ya dewlet û polîsên Fransayê ya li ser welatparêzên me ti carî nayê qebûlkirin. Ev êriş xizmetê ji polîtîkayên înkar û komkujer ên şefê faşîst Erdogan re dike. Berxwedan û têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike.”