Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dibistanên dayîkê yên Mexmûrê vebûn

 

Dibistanên Dayîkê yên Wargeha Mexmûrê ji bo perwerdeya sala nû ya 2021-2022’an vebûn. Xwendevanan bi malbatên xwe re, bi kêfxweşî û kelecaniyekî mezin berê xwe dan dibistanan.

Dibistanên Dayîkê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo perwerdeya sala nû ya 2021-2022’an vebûn. Bi giştî 5 Dibistanên Dayîkê li wargehê hene û wê îsal nêzî 200 xwendevan, perwerdeya zimanê dayîkê lê bibînin.

Bi boneya vebûna dibistanan û her wiha li ser girîngî û weteya perwerdê Mamosta Hêvîdar Kara  ji ajansa me re axivî û sala nû ya perwerdeyê li tevahî xwendevanan pîroz kir.

Kara bibîr xist ku ji ber nexweşiya korona sala borî di dibistanan de perwerde nehate dayîn.

Mamosta Hêvîdar hêvî kir ku îsal perwerde bi tendirûst bimeşe û ji bo wê jî bang li tevahî malbatên xwendevanan kir da ku ji bo zarokên xwe bibin alîkar.

Dayîka bi navê Fehîme Urper jî li ser girîngiya malbatan a di perwerdeyê de axivî û got; “Ez di serî de serkeftinê ji tevahî xwendevan û malbatên xwendevanan re dixwazim. Em wek malbat pêwîste bi zarokên xwe re bibin alîkar û ji bo pêşketina wan divê em hertim kar û xebatên bi tendûrist bikin. Malbat bingehê perwerdeyek bi tendûrtist e.”

Urper diyar kir ku tekane daxwaza wan ewe ku zarokên wan ji bo pêşerojê bibin xwedî pîşe da ku fêdeyekî bidin civakê.

Her wiha Dayîka Fehîme ji mamosteyan re jî serkeftin xwest û ji mamosteyan daxwaz kir ku zarokên wan baş û bi tendûrist perwerde bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv