Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daxuyaniya têkildarî gerîlayên li Xelîfanê di kemîna PDK’ê de şehîd bûn

HPG’ê ragihand ku eşkere bûye, li Xelîfanê koma gerîla ya ji 7 kesî dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, ketin kemîna PDK’ê. HPG’ê got, bêyî ku bêne hişyarkirin ji çar baskan ve yekser gule li komê hatiye reşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûn ev agahî da:

“Şeva 28-29’ê Tebaxê, komeke me ya gerîla ya ji 7 kesan, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çepê Zê saet di 02:30’î de bûn hedefa êrişa hêzên PDK’ê. Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hate reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrişa ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate kirin ji gelek aliyan ve eşkere kir.

Êrişa hêzên PDK’ê ku me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû û gotibû ku em ji edalet û wijdanê gelê Kurd û raya giştî re dihêlin, bi vî rengî qewimî. Rewş bi vî rengî ye û divê gelê me rastiyê bi her awayî zanibe. Ev bûyer, bêyî ku hişyariyek bê kirin, yekser ji bo tunekirina koma me ya gerîla hatiye kirin. Eşkere ye ku bi vê yekê hatiye xwestin ku di navbera Kurdan de şer bê derxistin. Tevî ku tê zanîn, di demeke wiha de şerekî navbera Kurdan wê bi tevahiya gelê Kurd bide windakirin, ev êriş hatiye kirin.

Nasnameya hevrêyên me yên ku hêzên PDK’ê êrişî wan kir, wiha ne:

Nasnav: Tolhildan Raman
Nav paşnav: Nesrîn Temîr
Cihê jidayikbûnê: Tirbespî
Dayik-Bav: Ayşana-Mûhammed Şerîf
Nasnav: Şoreş Mardîn
Nav paşnav: Hakîm Acar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Delal-Huseyîn
Nasnav: Axîn Muzirî
Nav paşnav: Hacer Atabak
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Havset-Mûstafa
Nasnav: Şoreş Colemêrg
Dayik-Bav: Suleyman Kaçar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gullu-Şaban
Nasnav: Brûsk Mûnzûr
Nav paşnav: Yucel Kandemîr
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Mûhteber-Enver
Nasnav: Serdem Cûdî
Nav paşnav: Yûsûf Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Fatma-Mihemed

Agahiyên berfireh tên…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv