Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Erdogan niyeta xwe ya êrişa li dijî Mexmûrê eşkere kir

 

ÎTÎFARÊN ŞEFÊ FAŞÎST
ERDOGAN NIYETA XWE YA ÊRIŞA LI DIJÎ MEXMÛRÊ EŞKERE KIR

Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi zêdetirî 12 hezar şêniyê xwe dîsa di bin gefa êrişa dagirkeriya tirk de ye.

Şêniyên Mexmûrê di salên 1990’î de ji ber zilma dewleta Tirk xwe li başûrê welat girtin.

Li dijî zextên dagirkeriya tirk wan bêrûmetî qebûl nekir, nebûn cerdevan, axa koç kirin û herî dawî li Mexmûrê bi cih bûn.

Ji wê demê ve ye Mexmûr li dijî zilma dewleta Tirk weke keleheke berxwedanê ye.

Ew di heman demê de bi hebûna xwe rastiya komara Tirk jî eşkere dike, zilma wê li rûyê wê dixe.

Şêniyên wargehê bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve girêdayî ne.

Jixwe ji ber vê xisleta xwe îro jî ew qor bi qor ji bo azadiya Rêber Apo dikevin greva birçîbûnê, di nava çalakiyan de ne.

Ji ber vê jî rayedarên dagirkeriya tirk ev der ji xwe re tim weke kelemek dîtine.

Şefê rejîma faşîst a Tirk Erdogan herî dawîn 1’ê hezîranê di bernameyeke televîzyoinê de gef li Mexmûriyan xwar.

Erdogan bi zimanê hamasetê dîsa îdia kir ku êrişên wan ên li dijî Herêmên Parastinê yên medyayê serkeftî ne û got:

Me ev mijar bir rojeva Netewên Yekbûyî. Me ji wan xwest ku ‘paqij bikin.’

Erdogan girêdana xelkê Mexmûrê bi PKK’ê re bi bîr xist û eşkere gef xwar:

Ew der weke hêlîna PKK’ê ye. Navenda bajêr mezin dibe. Heke em dest lê wernedin wê tim berfireh bibe.

Erdogan di axaftinên xwe de hemû kurd kirin hedef û got;

Me taktîka xwe guhertiye, em ranawestin û em ê PKK’ê li her derê bikin hedef.

Netewên Yekbûyî ku ji parastina wargehê berpirsê hiqûqî ye heta niha têkildarî van gefên Erdogan ti daxuyanî nedaye.

Li himberî van gefan hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê jî bêdeng in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv