Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: Li navenda çetetiyê hiqûq û edalet pêk nayên

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
LI NAVENDA ÇETETÎTIYÊ HIQÛQ Û EDALET PÊK NAYÊN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, di tvya Medya Haberê mijarên di rojevê de nirxandin.

Kalkan despêkê li ser Pergala Îmraliyê axivî:

Li cihekî ku edalet tine be hiqûq jî pêk nayê.

Di rewşeke wisa de tecrîd tine bûya, ev ne normal bû.

Li Tirkiyê çetetî li ser hikm e, bê edaletî li ser hikm e.

Duran Kalkan diyar kir ku komploger ji bo ku pergala heyî tim li dar bimîne tecrîdê didomînin:

Ji bo ev pergal dewam neke divê Rêber Apo azad bibe.

Ji bo vê jî hemû beşên civakê divê li dijî faşîzmê têbikoşin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
ÇETEYÊN WAN HEMÛ GIRÊDAYÎ FERMADARIYA HÊZÊN TAYBET IN

Duran Kalkan têkiliya navbera dewlet-mafya-îktîdarê û îtîrafên çeteyê dewletê Sedat Peker jî nirxandin:

Tiştên ku Sedat Peker dibêje, ne tiştên nû ne.

Niha êdî ev îtîrafên qirêjiyan e.

Ev îtîraf eşkere dike ku tifaqa faşîst bi hev ketiye.

Çetetiya wan jî ji hev de ketiye, tê xwarê.

Kalkan bal kişand ser dîroka avakirina hêzên çete yên di nava dewleta Tirk de jî û wiha dewam kir:

Ev çete di bin banê Daîreya Şerê Taybet û Fermandariya Hêzên Taybet de ne.

Ev jî hemû di bin çavdêriya NATO’yê de hatine avakirin.

Çetetiya MHP’ê, ya DYP’ê, ya AKP’ê, ya Ergenekoniyan hemû koka wan yek e.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIJMINATIYA LI KURDAN EV ÇETETÎ DEŞÎFRE Û EŞKERE KIR

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan destnîşan kir ku dijminatiya li Kurdan a dewletê ev çetetî derxist holê:

Li dijî vê çetetiyê divê muxalefet bibe yek lê çawa?

Madem dijminatiya li Kurdan ev derxist holê;

Wê demê divê muxalefet bi dostaniya Kurdan bibe yek.

Divê muxalefet heq û hiqûqa Kurdan nas bike.

Divê gel, civak hêzên demokrasiyê û hêzên şoreşger yekitiya xwe çêbikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv