Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

GfbV: Li Efrînê demografî tê guhertin

 

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
GfbV: LI EFRÎNÊ DEMOGRAFYA TÊ GUHERTIN

Şaxa Koma civakên li bin tehdîdê (GfbV) ya Almanyayê, têkîldarî pêkanînên dewleta tirk ên li herêma Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de GfbV’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk li herêma di derbarê “Îslama Radîkal” de xebatê dide meşandin.

GfbV’ê cîh daye nerînên pisporê Rojhilata Navîn yê Koma civakên di bin tehdîdê de Kemal Sîdo.

Sîdo di nirxandinên xwe de dibêje:

“Bi êrişên dagirkeriyê ve dewleta tirk li herêmê demografiyê diguhere.”

Sîdo dide zanîn ku li herêmê çeteyên xwedî baweriya “Îslama Radîkal” tên bicîhkirin.

Dîrokzan Kemal Sîdo derbarê Kurdên xwedî baweriya Êzîdî de dibêje “Piraniya Êzîdiyên herêmê ji neçarî Efrînê derketin.”

GfbV di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di warê avahî û perwerda olî de jî Wezareta Diyanetê ya Tirk serkêşiyê dike.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
LI HERÊMÊ LI DIJÎ SIVÎLAN SÛC TÊN KIRIN

Tora Aktîstên Efrînê jî têkildarî kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê pêk anîne rapora xwe eşkere kir.

Di raporê de kiryarên sûc ên ji 21 heya 30’ê Gulanê hatine kirin cîh digrin.

Di raporê de tê gotin ku 3 kes ji aliyê komên çete hatine êşkencekirin û 2 kes hatine revandin.

Di nava van rojan de 4 rezên gundiya hatine desteserkirin û 2 daristan hatine şewitandin.

Bi darê zorê pere ji 3 gundiyan standine û dest danîne ser malê wan.

Di êrişên hewayî ên li ser herêmê Şehba, Şera û Şerawa de zirarekî mezin li xelkê herêmê û wargehên wan kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv