ERDOGAN LI AMEDÊ YE
BI HEZARAN POLÎS LI AMEDÊ HATIN BICIHKIRIN
Şefê rejîma faşîst Tayîp Erdogan di rojên borî de ji nişka ve biryara çûyîna Amedê da.
Wê îro li Amedê hin hevdîtinan bike û deverên ku berê vekiribûn dîsa bi merasîmekê vekê.
Tevî ku bi sedan parêzvanên wî hene, Erdogan ferman da hêzên xwe ji bo wî biparêzin.
Ji Riha, Meletî, Çewlig, Xarpêt, Mêrdîn, Batman, Mûş, Sêrt û Şirnexê bi hezaran polîs sewqî Amedê hatin kirin.
Polîs bi gelek otobûsan hatin Amedê.
Û li tevahiya bajêr hatin belavkirin.
Hat ragihandin, ku polîsên dewleta Tirk ji ber hatina Erdogan li serê her kolan û rêyê terorê li ser gel dikin.