CENGA XABÛRÊ LI METÎNA
GERÎLA NÛDA ZAGROS: WÊ GERÎLA DESTÛR NEDE DAGIRKERIYÊ
Gerîlaya YJA-Starê Nûda Zagros a li Herêma Metîna di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de cih digire, diyar kir, ku beriya 23’yê Nîsanê êriş dest pê bikin, amadekariyên wan di asta herî jor de bûn.
Gerîlaya jin got, hevrêyên me yên li qadên şer niha bi moral û hêzeke mezin li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin.
Pêngava Cenga Xabûrê û berxwedana hevrêyên me ya li Zendûra kelecaneke mezin dide me.
Gerîlaya YJA-Starê diyar kir, ku artêşa Tirk heta niha ne li Metîna û ne jî li Zagrosan ne gihiştiye armanca xwe û wiha got:
Ji ber ku gerîla bi ruhê vê demê şer dike.
Bi kamûflaj, rêbazên şer û naskirina bejahiyê xwedî avantaj e.
Hem di tunelên şer de û hem jî li derveyî wan gerîla rêbazên dewlemend ên şer bi kar tîne.
Gerîla Nûda Zagros anî ziman, ku wê dagirker nikaribin bi rehetî li van qadan tevbigerin û got, em ê bi pêngavên xwe dagirkeran têk bibin.
Wê gerîla destûr nede, ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Wê serketin a gelê Kurd be.