ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ
DEWLETA TIRK GUNDÊN BAJAROKÊ ZIRGANÊ BOMBEKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker vê sibê gundê Hermela û Dada Ebdal bi dijwarî bombebaran kirin.
Hate ragihandin ku bombardûman ji gundê Dawûdiyê yê dagirkirî hatiye kirin.
Ji ber vê êrişê, xisar li gelek malan bû.
Agahiyên berfireh ên li ser êrişê nehatin bidestxistin.
Bajarokê Zirganê nêzî Serêkaniyê ye û girêdayî Kantona Hesekê ye.