HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
FAŞÎZMA MÊTINGER Û QIRKER HEBÛNA HDP’Ê WEKE TINEBÛNA XWE DIBÎNE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat sedemên êrişên li ser HDP’ê wiha şîrove kir:
Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê ji bo li pêyan bîmîne şerekî topyekûn dimeşîne.
Êrişên li dijî HDP’ê jî parçeyekî vî şerî ne.
Ji ber wê jî îktîdara faşîst di hebûna HDP’ê de tinebûna xwe dibîne.
Besê Hozat diyar kir ku kujerê Denîz Poyraz îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê ye û got.
Kujer çeteyekê serçete Suleyman Soylu ye.
Îşaret bi doza girtina HDP’ê jî kir û daxuyakirin kir ku wê rejîm di daxwaza xwe de negihîje serî..
Besê Hozat destnîşan kir ku îktîdara faşîst ketiye prosesa hilweşînê û got, dem ew dem e bi têkoşîna hevpar were birêxistinkirin:
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat îşaret bi têkoşîna jinan a li dijî rejîma faşîst kir û wiha got:
Têkoşîna hevpar a jinan dikare hemû civakê rake ser piyan.
Dema ev pêk were jî wê faşîzma hejiyayî hilweşe û biçe.