PENGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE
BERXWEDANA LI ZINDANAN 225 ROJÊN XWE TIJE KIRIN
Berxederên zindanan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Çalakger 225 roj in ji bo azadiya Rêber Apo û dijî neheqiyên li ser girtiyan li berxwe didin.
Digel hemû nerazîbûnan dewleta Tirk zextên faşîzane venagere.
Dayika girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboxa, Kumrî Tamboxa diyar kir, ku kurê wê di16 saliya xwe de hatiye girtin û nexweşiya wî her diçe girantir dibe.
Kumrî got: nexweşiyên kurê wî girane, her diçe jar dibe û hûnavên wî fonksyonên xwe winda dikin.
Ev saleke tenê bi av û mamayê dijî.
Divê ji bo bê tedawî kirin, serbest bê berdan.
Li aliyê din Kurdên li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê jî bi heman armancê 187 rojin bi dorvegerî di greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha şehîd Rûstem Cûdî jî bi pêşengiya Meclisa Îştarê di roja 204’an de berdewam e.