Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ercan Sezgîn: ‘Girtin roja reş be, dê azadkirin bibe roja cejn û şahiyê’

 

GIRTIN ROJA REŞ BE DÊ AZADKIRIN BIBE ROJA CEJN Û ŞAHIYÊ
ERCAN SEZGÎN / WELAT

Civaka mirovan, her tim wate daye bûyer û geşedanên ku di jiyana wan de diqewime. Rojên xweş û geş wek pîroz û şahî dîtine. Rojên ku di jiyana wan de xerabî, ne başî û bê bextî çêkirbe jî wek rojên reş dîtine û şîn girêdane.

15’ê Sibatê jî rojeke reş û tarî ye. Roja xayîntî û bêbextiyê ye. Roja bê wijdanî û bê exlaqiya pergala cîhanê ya li hemberî gelê Kurd e. Roja biryardayîna qirkirina gelê Kurd e.

Her çiqas rojek reş û tarî bê jî, di heman demê de roja têkoşînê ye. Roja xwedîderketin û xurtkirina hêviyê ye. Ji ber vê yekê di her 15’ê Sibatê de gelê kurd û dostên xwe di vê rojê de cilê reş li xwe dikin, rojî digirin. Di heman rojê de dadikevin kolanan çalakiyan pêk tînin. Ev 23 sal in bûye ruhek û kevneşopiyek.

23 sal di ser komploya navneteweyî re derbas dibe û em dikevin sala 24’an. Komplo çima pêk hat? Armanca komplogeran çi bû? Kîjan hêz tev li bû? Çawa tev li bû?, li ser van mijaran gelek tişt hatin gotin.

Ji bo komplo vala were derxistin, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; Tevgera Azadiyê, gelê kurd û dostên xwe ev 23 sal in têkoşîneke mezin dimeşînin… Ev têkoşîn ji mirovahiyê re bû hêviya azadû û wekheviyê.

Di 23 saliya komployê de li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek giran û dijmirovî heye. Dîsa li ser derfet û destkeftiyên Kurdan û demokrasîxwazan êrişên mezin hene. Li hember vê yekê Rêberê Gelê Kurd di nav berxwedaneke mezin û bê hempa de ye.

Li Îmraliyê ev 23 sal in berxwedan heye. Ev berxwedan dijminan, bêbextan, komplogeran matmayî dihêle. Hemû hesabên wan ê bê exlaqî, dijmirovî vala derdixe.

Êdî dem dema azadiyê ye. Şîn girêdan têrê nake. Bi têkoşînek mezin û berfireh divê êdî azadî pêk were. Çawa ku 15’ê Sibatê rojek reş û şîn giredaniyê ye, roja azadiya Rêbertiyê jî dê bibe roja cejn, şahî û azadiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv