Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Aliyê veşartî yê komployê’

 

ALIYÊ VEŞARTÎ YÊ KOMPLOYÊ
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Her sal di salvegera Komploya Navneteweyî de behsa heman tiştan tê kirin û kronolojiya rojên Rêber Apo yên li Ewropa heta Kenyayê tên rêzkirin. Rola dewletan a di komployê de tê bibîrxistin. Bi meş û mitîngan komplo tê şermezarkirin. Piştî komployê behsa têkoşîna hatî dayin tê kirin. Lê em ê ji van aliyan cuda behsa aliyekî din ê komployê bikin.

Min di nivîsa xwe ya berê li ser ‘pêşdîtinên Ocalan’ nivisî bû. Ocalan li ser bûyerên îro diqewimin wê bandoreke çawa li ser pêşerojê bike, baş analîz dikir û li gorî wî jî tevdigeriya.

Lê di pêvajoya komployê de çibû, çi qewimî ku dîl ket destê komplogeran û radestî Tirkiyê hat kirin. Li vê derê li pêşiya pêşdîtinên Ocalan çi asteng hebûn? Ev yek hetanî roja me baş nehat lêkolînkirin.

Rêber Apo siyaseta Rojhilata Navîn baş analîz kiribû û bawerî anîbû ku bimîne wê zirarê bide doza Kurdistanê û ji Rojhilata Navîn derket.

Derket û derbasî Yûnanistanê bû. Li Yûnanistanê ji bo wî amadekariyeke çawa hebû Ocalan nizanibû û bi hin kesan bawerî anîbû. Dema Ocalan derbasî Yûnanistanê bû dît ku rewşeke cuda heye. Hin tişt ji wî hatine veşartin. Lê êdî dereng bû. Li ser vê yekê Ocalan derbasî Rûsyayê bû.

Li Rûsyayê hin kesan sozên mezin dan Ocalan. Gotin; Meclisa Dumayê ji bo serdana te ya penaberiyê hatiye îknakirin. Her çiqas Ocalan ji wan re behsa bazirganiya di navbera Rûsya û Tirkiyê ya projeya ‘Mavî Akim’ kir jî, lê wan bi israr Ocalan manîpule kir. Ocalan ji wê derê jî derket derbasî Îtalya-Romayê bû.

Li Romayê Ocalan dîsa bi pêşdîtinên xwe bahsa NATO, zextên Amerîka û helwesta Almanyayê yek bi yek kirin, lê dîsa jî hin kes û hin alî bi awayekî derveyî îradeya Ocalan di dewrê de bûn. Xwestin Rêber Apo ji Romayê derkeve. Îstîxbaratên Ewropî di dewrê de bûn û hin kes hatibûn rêxistinkirin da ku Ocalan îkna bikin. Û wisa jî bû. Ocalan hat îknakirin, ji Romayê derket û pêvajoya Kenyayê dest pê kir.

Hêdî hêdî ji rêxistinê û ji gel dihat qûtkirin. Rêber Apo bi wan pêşdîtinên xwe nikaribû bibe bersiva komplogeran.

Li Kenyayê bû. Heger pêşdîtinên wî neketina dewrê belkî dema ku di 2’yê sibatê de derbasî Kenyayê bû ew roj radestî Tirkiyeyê bihata kirin. Lê li Kenyayê jî dîsa hêzek û hin kes di dewrê de bûn. Israra Ocalan a ji avahiyê derneketinê bi telefonek bi dawî bû. Û ji avahiyê derket, perdeya komployê ya yekem jî bi dawî bûbû.

Li Yunanistan, Rûsya, Roma û Kenyayê kîjan hêz û kesayet di dewrê de bûn û li pêşiya pêşdîtinên Rêber Apo dibûn asteng?

Ji bo komplo bi temamî were zelalkirin divê van hêzên tarî ku li derveyî îradeya Ocalan di dewrê de bûn bihatina deşîfrekirin. Giraniya van hêzan kurd bûn û bûbûn parçeyek komployê. Hin nav derbas bûn lê çawa li ku derê di têkiliyên çawa de hatin bikaranîn ev zelal nebû. Bi tenê di nav civaka Kurd de ev kes hatin tecrîdkirin.

Dawî; em navê wan kesan naxwazin, em kiryarên wan ên di komployê de ku li pêşiya pêşdîtinên Ocalan dibûn asteng dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv