Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Rengê 8’ê Adarê û Newrozê diyar bû’

 

RENGÊ 8’Ê ADARÊ Û NEWROZÊ DIYAR BÛ
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Gelê Kurd tevî dostên xwe îsal bi çalakiyên cihêreng, komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê, rûreş kir. Armanca hêzên hegemon bi vê komployê ew bû ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiya Kurdistanê bifetisînin. Lê hesabên wan li berxwedaneke mezin rast hat. Di kêliya ewilî ya komployê de Rêber Apo helwêsteke ku ew ne li bendê bûn, raber kir û pêşî li komployê girt. Li gel vê helwestê, li çar hêlên Kurdistanê û cîhanê jî milet daket meydanan û komplogeran şermezar kirin.

Çalakiyên herî zêde mora xwe li vê pêvojoyê xistin û bandoreke mezin kirin jî, çalakiyên ‘kes nikare roja me tarî bike’ bûn. Esas, armanca sereke ya vê komployê, jixwe ew bû ku roja gelê Kurd û gelên bindest bê tarîkirin. Her çiqas berxwedanê hin aliyên esasî yên vê kommloyê pûç kirin jî, lê bi temamî ji hole nehat rakirin. 23’ê sal in ev komplo bi rê û rêbazên cûda dewam dike.

Hêzên komploger û hikûmeta faşîst a Erdogan li ser hîmê dijminatiya li Kurdan, her sal komployê nûjen dikin da ku bigihêjin armanca xwe. Dewleta Tirk a dagirker û qirker, bi desteka hin hêzên ku di nav komployê de cih girtin, tişta ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi ser nexistin, bi pêngavên nû yên qirker, niha dixwazin bi ser bixin. Êrişan ku di dîroka komployê de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî hatin destpêkirin, yek ji wan hewldanan bû.

Dîsa peymana ku bi piştgiriya Hikûmeta Iraqê û PDK’ê li dijî vîna Şingalê hat mohrkirin jî di 9’ê Cotmehê de hat ragihandin. Ji dîroka destpêkirina van êrişan jî diyar e ku ew komplo li hemberî vîna Kurdên azad ên ku dixwazin bi çand, dîrok û nasnama xwe bijîn, pêk hatiye.

Ji lewma, Kurd û dostên wan ên demokrat û azadîxwaz vê komployê di heman demê de li hemberî xwe jî dibînin. Ji bo têkbirina komployê û şikandina tecrîdkirina mitleq a Rêber Apo, di çarçoveya pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ de bi tevlîbûna milyonan, çalakî û kampanya tên meşandin.

Ji çalakiyên îsal jî diyar e ku wê di sala 24’an a komployê de têkoşîn bê xurtkirin. Ji ber ku êdî tehemûla Kurdan li tecrîdê nemayê.

Me di çalakiyên gelê Kurd ên îsal de dît ku di serî de jin û ciwan tevî dostên xwe yên înternasyonalîst biryardariyeke çawa nîşan dan! Bi çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê re, wê bê guman ev îdîa û biryardarî derkeve asta xwe ya herî bilind.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv