Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê lîjneya Asayîşa Îraqê îşaret bi rola Tirkiyê di teqîna li Bexdayê kir 28.01.2021

 

LÊPIRSÎNA TEQÎNA LI BEXDAYÊ
ENDAMÊ LIJNEYA ASAYÎŞA IRAQÊ ÎŞARET BI ROLA TIRKIYÊ KIR

Di 21’ê Çile de li paytexa Iraq Bexdayê êrîşên xwekujiyê pêk hatin.

Di encama êrişan de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Ji ber ku ev teqîn piştî serdana şandeya eskerî ya Tirkiyê pêk hatin, rola Tirkiyê jî hat rojevê.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî diyar kir ku kesên ku teqîn pêkanîn ji Tirkiyê hatine Iraqê.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî derbarê mijarê de ji kanala Bexda Elyum re axivî.

Bedir Ziyadî eşkere kir ku hêzên ewlehiyê 60 endamên DAIŞ’ê girtine ku karên terorîstî kirine û ji Tirkiyê hatine Iraqê.

Bedir Ziyadî destnîşan kir ku wan çeteyên DAIŞ’ê plan dikirin ku êrişî zêdetirî 600 cihan bikin û wiha got;

Komek ji wan DAIŞ’iyan di roja 21’ê çileyêe de plana teqîna li qada Teyran danîbûn.

Herwiha xwestine li Kerxê jî kiryarên terorîstî bikin.

Bedir Ziyadî ragihand ku wesayîta ku xwekujên teqîna Teyranê veguhestine hatiye girtin û got

Wê di rojên pêş de hêzên ewlehiyê agahiyên girîng li ser van kesan eşkere bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv