CPT NEÇÛ ZÎNDANA ÎMRALIYÊ
FAYÎK YAGIZAY: LI SER REWŞA ÎMRALIYÊ ME RAYEDARÊN EWRÛPÎ AGAHDAR KIRIN
Nerazîbûna li dijî CPT ji ber ku di dema serdana xwe ya TIrkiyê de neçû Zîndana Îmraliyê zêde ye.
Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewrûpayê Fayîk Yagizay mêvanê Nîvrojê bû û ev helwesta CPT nirxand.
Fayîk Yagizay diyar kir, ku têkildarî mijarê wan bi rayedarên CPT û Konseya Ewrûpayê re hin hevdîtin pêk anîne.
Di hevdîtinan de mijara sereke tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê li dijî vê tecrîdê bû.
Fayîk Yagizay da zanîn, ku rayedarên Ewrûpî jî gotine “em ji rewşê hayedar in û em li ser radiwestin.”