ZEXTA SÎXÛRTIYÊ LI PANABER KIRIN
“BIÇE PARTIYÊ Û TIŞTÊN LI WIR DIQEWIMIN JI ME RE BÊJE”
Panaberê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî eşkere bibe derbarê zexta sîxûriyê ku lê hatiye kirin agahî daye ajansa mezopotamyayê.
Ev panaberê ku di sala 2013’an de ji Şamê tevî malbata xwe hatiye li Mêrdînê dimîne.
ew di kanûna 2020’an de tê binçavkirin. Piştî du rojan îfadeya wî digirin û berdidin.
Dema ku ji bo belgeyên xwe diçe Midûriyeta Koçberiyê ya Mêrdînê endamên MÎT’a tirk pê re dikevin têkiliyê.
Paneberê ku ev zext lê hatiye kirin der barê serboriya xwe de wiha axivî:
Kesên pê re têkilî danîne jê re gotine; em ji îstîxbaratê ne û jê xwestine alîkariya dewletê bike heta gefan lê xwarine.
Piştî ku qebûl nekiriye jê re gotine biçe li malê bifikire, piştre em ê bi te re bikevin têkiliyê.
Piştî van zextan bi parêzerê xwe re diaxive; parêzer jê re dibêje heke li te bigerin neçe cem wan. Heta tevî parêzerê xwe li dozgeriyê giliyê polîsan dike.