Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

CPT ji bo 14 rojan çûbû Tirkiyê lê neçû Îmraliyê 28.01.2021

 

CPT NEÇÛ ZÎNDANA ÎMRALIYÊ
LI CIHÊ WÊ BI WEZÎRÊ FAŞÎST SULEYMAN SOYLU Û WEZÎRÊN DIN RE RÛNIŞT

Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê CPT di navbera 11 û 25’ê Çileyê de li Tirkiyê hin hevdîtin pêk anîn.

Têkildarî van hevdîtinan CPT’yê bi xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de armanca serdanê weke “şopandina êşkenceya ji aliyê polîs û eskerên dewleta Tirk ve li qereqol û zîndanan tê kirin” hat ragihandin.

CPT’yê ragihandin, ku di hevdîtinên bi rayedarên dewleta Tirk re têkildarî pêşniyarên berê hatine kirin, li rewşa zîndana Îmraliyê jî hatiye pirsîn.

CPT’yê li gel gelek qereqol, mudûriyetên polîsan, saziyên dewletê, serdana gelek zîndanan jî kiriye yek ji wan jî ya hejmara 3 tîpa T a Amedê ye.

Ji zîndanên delweta Tirk ên li Kurdistanê jixwe tenê jî ew bû, ku CPT’yê serdana wê kiriye.

Di serî de wezîrê karê hundir Suleyman Soylu, CPT bi gelek wezîr û alîkarên wan re jî hevdîtin kiriye.

Heyeta CPT’yê her wiha bi Komeleya Mafê Mirovan-ÎHD û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê-THÎVê re jî hevdîtin kirine.

CPT NEÇÛ ZÎNDANA ÎMRALIYÊ
CPT’YÊ TENÊ GOTIYE: “EM BI CIDÎBÛNA PIRSGIRÊKA ÎMRALIYÊ DIZANIN”

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamya re axivî û ev agahî dan;

Ne gotine, em neçûn Îmraliyê, gotine “em bi rayedarên hukûmetê re axivîn.”

Me rapora Buroya Huqûqê ya Sedsalê ya dawî têkildarî tecrîdê pêşkêşî wan kir.

Me bi taybetî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê.

Ji me re gotin “em bi ciddîbûna pirsgirêka Îmraliyê dizanin, emê ragihînin.”

Ev yek bi bîra hukûmetê xistine.

Ji niha û pê ve jî emê helwesta hukûmetê bibînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv