Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Îmralî berpirsyariya tevahiya welatên endamên Konseya Ewrûpayê ye 28.01.2021

 

CPT NEÇÛ ZÎNDANA ÎMRALIYÊ
“EV PÊKANÎN DIBE WESÎLEYA MAYÎNDEKIRINA PERGALA ÊŞKENCEYÊ”

Bûroya Huqûqê ya Sedsalê li ser serdana CPT bo Tirkiyê û neçûyîna wê ya Zîndana Îmraliyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Em bi rêya çapemeniyê pê hesiyan ku CPT neçûye Zîndana Îmraliyê.

Di daxuyaniya parêzerên Rêber Apo de rapora 5’ê Tebaxa 2020’an a CPT’yê tê bibîrxistin, ku bixwe tecrîda girankirî piştrast kiribû.

Li cihê bicihanîna pêşniyarên CPT hukûmeta Tirkiyê bi qedexekirin, astengkirina hevdîtinan bersiv da.

Dîsa têkiliya bi Îmraliyê re bi temamî ji holê rakir û tecrîd girantir kir.

Me li ser vê yekê CPT agahdar kir û xwest ya pêwîst bike.

Lê heta niha pêşketinê deynin aliyekî, me bersivek jî negirt.

Di daxuyaniyê de biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ya 2014’an û 8 serdanên cûda yên CPT ji 1999’an heta roja me bo Îmraliyê hatin bibîrxistin, ku Îmralî pergala êşkenceyê ye.

Ji ber vê yekê neçûyîna CPT bo Îmraliyê em kêm dibînin.

Ji ber ku dizane, tecrîd hatiye girankirin.

Em dixwazin bi bîr bixin, ku ev pêkanîn, dibe wesîleya mayîndekirina Pergala Tecrîd û Êşkenceyê ya Îmraliyê.

CPT NEÇÛ ZÎNDANA ÎMRALIYÊ
“ÎMRALÎ BERPIRSIYARIYA TEVAHIYA WELATÊN ENDAMÊN KONSEYA EWRÛPAYÊ YE”

Di daxuyaniya Buroya Huqûqê ya Sedsalê de hat destnîşankirin, ku bi peymanên navneteweyî zîndana Îmraliyê berpirsiyariya tevahiya welatên endamên Konseya Ewrûpayê ye û wiha hat gotin:

Divê tavilê dawî li pêkanînên nehuqûqî û kêyfî yên li Zîndana Îmraliyê were anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv