Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ehmed Pelda: Dewleta serî qûç, binî pûç 18.02.2021

 

EHMED PELDA / XWEBÛN
DEWLETA SERÎ QÛÇ, BINÎ PÛÇ

Em dikarin der barê hiş û mentiqa dewleta tirk de gelek tiştan bibêjin û hemû jî neçarî nîqaşan in. Lê tiştek heye ku bê şik û şiphe tirk dikin û xwe pê serbilind dibînin. Dijminahiya netewa kurd, belê wek dewlet, wek civak, wek kes ev mijar bi xwe re kirine rik. Wan konê hebûna xwe li ser kîndarî û xwîndariya kurdan ava kiriye.

Ne henek be, lê wisa tê xuyakirin ku ev meseleya çuyîna fezayê jî bi kurdan re girêdayî ye. Tê zanîn, ev dewlet bi her kesî re, her miletî û dewletî re her bazariyê dike, dide û distîne. Her tawîzê jî dide, lêbelê ev hemû jî, ji bo kurd negihîjin mirazê xwe. Wisa aşkera ye ku ji bo Rûsyayê razî bikin, wekî li herêmên Rojava û deverên Kurdistanê yên cuda tawîzan bigirin, mecbûr in bertîlê bidin Rûsyayê.

Tê zanîn mijara S‐400’an jî wiha qewimî. Dîsa îhaleyên saziyên nukleerê jî girtin. Bi vê sayê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî dagirkirin. Li Idlibê temenê serdestiya xwe û çeteyên xwe dirêj dikin. Belkî di encemê de tirkek biçe fezayê, çend fotoyan pêşkêş bike û pesnê Erdogan û Mistefa Kemal bide. Ala Tirkiyeyê jî derxîne û maç bike. Lê gelo di rastiyê de wê ev çi çareser bike? Wek nimûne gelo kurd, êdî wê xwe û îradeya xwe radestî tirkan bikin? Gelo deynê Tirkiyeyê wê biqede? Mimkûn e ku Tirkiye bibe welatekî fezayî û ji bo vê jî gelo derfet hene? Mixabin tu tiştek jî çareser nabe.

Ev hişê kêmgirtî heyanî ji Rûmeliyê heyanî Anatolyayê, ji Kilîkyayê heyanî Pontusê yan jî ji Zagrosan heyanî Mezrabotan ango seranserê Kurdistanê wê çi biguhere? Ji xeynî rîtuelên sedsala berê wê çi biguhere? Belê serî qûç e û binî puç e! Lê kesên wê qûç dibînin jî ne kêm in. Bi taybetî li ba me, yên xweziya xwe bi qûçî tînin bi pişopişokirina serdestan sermest dibin, di bin giraniya qûçî de jî diminîn û pûç dibin. Lazim e em hay ji xwe hebin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv