Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ertûgrûl Kurkçu: Demsala nû ya psîko-polîtîk 18.02.2021

 

DEMSALA NÛ YA PSÎKO-POLÎTÎK
ERTÛGRÛL KURKÇU / YENÎ YAŞAM

Rejîma Tirk plan kiribû ku bi serkeftinê 15’ê Sibatê pêşwazî bike, lê derba herî giran a dîrokê xwar. 15’ê Sibatê salvegera wê rojê ye ku Ocalan bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyê. Ji wê rojê ve gelê Kurd û şoreşger di her 15’ê Sibatê de komployê protesto dikin û çalakiyên ji bo azadiya Ocalan pêk tînin. Rejîm jî vê rojê bi xweşbînî pêşwazî dike.

Îsal jî planên wan nehatin guhertin. Di 15’ê Sibatê de li 40 bajaran 718 kes kirin binçavan. Mesele HDP bû. Mirovên siyaseta demokratîk rehîn girtin. Kesên di bin çavan de hemû hatin berdan. Tevgera dagirkeriyê ya li derveyî sînor jî bi têkçûnê encam bû.

Li gorî agahiyên Artêşa Tirk li dijî herêma Garê di 10’ê Sibatê de derketin tevgera dagirkeriyê. Di 14’ê Sibatê de jî 41 balafirên şer karê xwe qedandin û serketî vegeriyane. Lê di gotinên Hulusî Akar de gotinek kirêt hebû. Ew jî dîtina cenazeyên 13 kesan. Wekî ku tesadufî ew cenaze dîtibin axivî û ji wan re digot welatiyên sivîl. Lê ew eskerên êsîr yên 6 sal berê bûn.

Li gorî ku ew dibêjin dema tevgera paqijiyê dikirin li komkujiyeke PKK’ê rast hatine. Lê li aliyê din qala tevgera rizgarkirinê jî dikin. Eger tevgereke rizgarkirinê be çima jiyana wan kesan avêtin talûkeyê.

Hulusî Akar li meclisa Tirk jî axivî û pesnê xwe da. Li xwe mikur hat ku agahiya 13 êsîrên di destê PKK’ê de hatiye ji wan re. Yekîneyên wan jî bi çekên giran ketine wê kampa êsîran û teqandine. Bi vî rengî jî qala rizgarkirinê dikin. Di encamê de her kes hatibû kuştin, lê operasyona wan serketî ye.

Wisa tê fêmkirin ku operasyona wan dualî bû. Ew kes hatibana rizgarkirin, an jî hatibana kuştin ferq nedikir. Di herdu qonaxan de jî li hesabê wan dihat. Lê kesî li senaryoya wan bawer nekir.

Roja sêşemê di civîna koma partiyê de hevserok û berdevkên HDP’ê ta bi derzî vekirin û qirêjiya vê rejîmê raxistin ber çavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv