LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ZEXTA LI SER MAMOSTE Û ROJNAMEVANAN
DADGEHA HEWLÊRÊ 6 SAL CEZAYÊ ZINDANÊ LI 5 ROJNAMEGER Û MAMOSTAYAN BIRÎ
Dadgeha Hewlêrê 6 sal cezayê zindanê li 5 rojnameger û mamostayên herêma Behdînanê birî.
Gelek sazî û dezgehên herêmî û navnetewî, vê biryarê bi tûndî şermezar kirin.
Komîteya Parastina Rojnamegeran û Tîma Afirêner ya Aştiyê ya li Başûrê Kurdistanê, bang li hukûmeta herêmê kir da ku kesên girtî berde..
Li Silêmaniyê û Helebce jî bi çalakiyan, biryara Dadgeha Hewlêrê hate şermezarkirin.
Di xwepêşandanan de bang li aliyê pêwendîdar hate kirin da ku biryarê betal bikin..
Endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî biryara girtina rojnameger û aktivîstan şermezar kirin.
Komîsyona Başûr a Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî biryara dadgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekê şermezar kir..