KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
LI ALMANYA Û FRANSAYÊ JI ALIYÊ CIWANAN VE HAT ŞERMEZARKIRIN
Nerazîbûna Kurdistaniyên li Ewrûpayê li dijî komploya 15’ê Sibatê bi çalakiyan dewam dike..
Li paytexta Almanyayê Berlînê bi pêşengiya Jinên Xwendekarên Kurdistan Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, komplo hate protestokirin..
Xwendekaran li ser Pira Berlîn-Spandau pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” daliqandin..
Paşê bi gotina sloganên “Bijî Serok Apo” xwepêşandan pêk hat..
Li bajarê Hannoverê jî çalakiya şermezarkirina komployê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şpreşger ve hat organîzekirin..
Ciwanên ku li trênan siwar bûn têkildarî komployê daxuyanî xwendin û rêwî agahdar kirin..
Her wiha bang li hukûmeta Alman kirin da ku dawî li hevkariya xwe a li gel dewleta Tirk bîne..
Bi heman armancê li bajarê Fransayê Marsîlyayê jî ciwanên bi slogana “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan” çalakî pêk anîn..
Beşdarên xwepêşandanên hem komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û hem jî serkeftina gerîlla li Garê silav kirin..