Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: Em ji hemû hêzên Kurd re dibêjin, werin em bi hev re Kurdistanê biparêzin

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
“WÊ SERKEFTIN A BERXWEDÊRAN BE, TEQEZ WÊ BI SER KEVIN”

Endamê Komîteya Rêvber a PKK’ê Duran Kalkan di Bernama Taybet Medya Haberê de bi berfirehî tevgera dagirkeriya tirk nirxand.

Duran Kalkan despêkê gerîlayên azadiya Kurdstanê pîroz kir ku ew li dijî tevgera dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî bi pêş dixin:

Ez berxwedana dîrokî ya gerîlayan silav dikim.

Ez hemû şehîdên vê berxwedanê jî bi rêzdarî bi bîr tînim.

Ev berxwedaneke bi hişmendî û feraset e.

Ji ber wê jî wê serkeftin teqez a berxwedan û berxwedêran be.

Duran Kalkan bal kişand ser hişmendiya dewleta tirk jî û diyar kir ku ji ber ku PKK pêşî li qirkirina gelê kurd digre êrişî wê tê kirin lê di vê êrişa xwe de jî wê bi ser nekeve.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
MAM REŞO WELATPARÊZEKÎ HÊJA BÛ BI HEMÛ HÊZA XWE DESTEK DA GERÎLA

Duran Kalkan di nav nirxandinên xwe de behsa kesayeta Mam Reşo jî kir ku gerîlayan navê wî li qadekê kirine.

Mam Reşo welatparêzekî kurd bû ku li ber Sedam jî serî netewandibû.

Dema Sedam êriş kir wî erdê xwe berneda û xwe li çiya girt.

Em di Gulana 1983’yan de li zoma wî man.

Wî zoma xwe ji bo gerîla veguherandibû kampeke veşarî.

Tevî malbata xwe berpirsyariyên xwe yên welatparêzî bi cih anîn.

Dijmin di sala 1994’an de bi dehezaran esker êriş kir.

Wî tevî malbata wî girtin binçavan. Bi rojan îşkence lê kirin.

Ti agahiyek neda dijmin. Dijmin ew li helîkopterê siwar kir û bi zindî wî ji helîkopterê avêt.

Hevalan piştre cenazeyê wî anî. Niha tirba wî li kêleka zoma wî ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
PÎVANA WELATPARÊZIYÊ SEKIN Û HELWESTA MAM REŞO YE

Duran Kalkan ji bo pîvana rast a welaparêziyê jî Mam Reşo weke mînak nîşan da:

Pîvana welatparêziyê mecbûr e ku weke ya Mam Reşo be.

Herî kêm dikarin ji bo ciwan, jin û mirovên Başûr vê bêjim;

bila xwedî li turbeya Mam Reşo derkevin.

Dijmin wê demê jî gotibû, ‘Min êriş kir, tine kirin’.

Lê kesek bû zomek, bû çiyayek. Gerîla vê carê ji bo bîranîna Mam Reşo navê wî li çiya kir.

Niha herkes wî çiyayî bi vî navî dizane.

Dewleta Tirk 1995’an windahiyên herî mezin li Mam Reşo dan

Îro jî Mam Reşo qadeke şer û têkoşînê ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIVÊ LI DIJÎ TEVGERA DAGIRKERIYÊ SEKIN Û HELWEST YEK BE

Duran Kalkan îşaret bi erk û berpirsyariya gel û civakê jî kir:

Em weke gerîla û gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

Em îro li ber xwe didin, em ê sibê jî li ber xwe bidin.

Tu kesek nikare bibêje; ev parçe ya min e, hûn nikarin li vir bin.

PKK xwe weke hêza parastina cewherî ya temamiya Kurdistanê dibîne.

Berxwedana me berxwedana di oxira azadiyê de ye û heta azadiyê jî em ê li ber xwe bidin.

Ji bo wê jî bang û şîara me ev e; werin em bi hev re azadiyê qezenc bikin.

Em ji hemû hêzên Kurd re dibêjin; werin em bi hev re Kurdistanê biparêzin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv