ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
HPG: LI HERÊMA ŞEHÎD REMZÎ YA AMEDÊ ŞEREKÎ DIJWAR QEWIMÎ
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li herêma Şehîd Remzî ya Amedê şerekî dijwar qewimî ye.
Li gorî daxuyaniyê:
27’ê Nîsanê artêşa dewleta Tirk li ser qada Helezilê dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye.
Piştî ku li hin deveran fotokapan an go wênekêş danîne, tevgera xwe ya êrişê berfirehtir kiriye.
29’ê Nîsnaê li nêzî gundê Kurtê di navbera gerîla û dagirekran de şer qewimIye.
Di şer de gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûne û qedemeyekê vekişiya ye.
Paşê balafirên şer û helîkopteran qad bombe kirine.
Di vî şerê tevahiya roja 29’ê Nîsanê de gerîlayên bi navê Nûjîn, Berfîn, Besê, Eser, Jiyan û Têkoşîn şehîd bûn.
HPG’ê ragihand, ku wê paşê nasnameyên şehîdan eşkere bikin.
HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
HPG: GERÎLAYAN DU CARAN DAGIRKERÊN LI SER GIRÊ ZENDÛRA KIRIN HEDEF
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê û her wiha çalakiyên gerîlayan jî ev agahî hatin dayîn:
10’ê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal bi du çalakiyên cûda dagirkerên li ser Girê Zendûra yê Metîna kirin hedef.
Hêzên Şehîd Delal di her du çalakiyan de jî bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.
10’ê Gulanê artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer Girê Zendûra, gundê Kêste yên Metîna, qadên Sîda û Çemço yên Zapê, qadên Şûkê, Mervanos û Mamreşo yên Avaşînê bombe kirin.
Di van êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.