LI DERSIMÊ AGAHÎ JI MÛRAT YILDIZ NÎNE
HEVALEKÎ WÎ: ESKERÊN TIRK GEF LÊ XWARIN Û PAŞÊ KUŞTIN
7’ê Gulanê artêşa dewleta Tirk a dagirker li bejahiya navça Dersimê Pilûrê tevgereke êrişê li dar xist.
Artêşa dagirker bi balafiran bejahiya gundê Aşkirik bombe kir.
Ji wê rojê ve agahî ji neviyê Seyîd Riza Mûrat Yildiz nayê wergirtin.
Hatibû ragihandin, ku Mûrat di bomberdimana dagirkeriya Tirk de hatiye kuştinê.
Piştî ku artêşa Tirk ji malbata Yildiz daxwaza testa DNA’yê kir, îdiaya kuştina Mûrat xurttir bû.
Malbat niha li Meletî ye û li benda encama testa DNA’yê ye.
Li gorî agahiyan roja êrişê, eskerên Tirk ji Mûrat pê ve nahêlin kes bikeve gund.
Her wiha paşê wesayîtek wî dişopîne û vedigere.
Hevalekî nêz ê Mûrat Yildiz, ku nexwest navê xwe bide ev agahî da;
Eskeran pêşî hevkarî teklîfî Mûrat kirin û wî ev yek qebûl nekir.
Ji ber vê yekê timî dihat tehdîtkirin.
Mûrat timî digot “wê tiştekî bi min bikin, timî min dişopînin.”
Li aliyê din artêşa dewleta Tirk li bejahiya gundên Koçerî û Derekoyê yên navça Dersimê Xozatê tevgera xwe ya dagirkeriyê didomîne.
Ji ber bomberdimana artêşa dagirker agir bi daristanê ketiye û hê jî didome.