Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: ‘Em ê bîranîna Saît Uçlu û Irfan Guler di têkoşîna xwe de vejînin’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
EM Ê BÎRANÎNA SAÎT UÇLU Û ÎRFAN GULER DI TÊKOŞÎNA XWE DE VEJÎNIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan qala ji kadroyên destpêkê yên PKK’ê yên li Sêwereg, Hîlwan, Dîlok û Îzmîrê Îrfan Guler û Saît Uçlu kir.

Ev herdu şoreşger di meha adara 2021’an de li Rojava ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.

Duran Kalkan şehîd bi mindetdarî bi bîr anîn û wiha behsa wan kir.

Îrfan û Saît du ciwanên şoreşger bûn ku wê demê Tevgera Apoyî nas kirin û bêteredût tevlî bûn.

Herdu jî ji Rihayê bûn, yanî ji bajarê ku Rêber Apo lê ji dayik bû û mezin bû.

Di navbera salên 1976-80’î de bi rengekî çalak tevlî karê şoreşgerî bûn.

Îrfan Guler yek ji milîtanên çalak ên berxwedanên Hîlwan û Sêweregê bû.

Piştre jî darbeya 12’ê Îlonê, jiyana giran a li zindanê û berxwedana dîrokî hat.

Îrfan û Saît ji aliyê rejîma cûnta ve hatin girtin û bîst salan li zindanan li ber xwe dan.

Di destpêka salên 2000’î de piştî ku ji zindanê derketin demeke kurt li qada legal karên şoreşgerî kirin

Piştî ku zextên faşîst-qirker ên rêveberiya AKP’ê zêde bûn, berê xwe dan çiyayên azad û xwe gihandin gerîlayên azadiyê.

Sala 2014’an li Dibistana Zagrosê bûn şagirt û perwerdeya partiyê wergirtin.

Saît li ser dewreya xwe ya perwerdeyê nivîsî û Dibistana Zagrosê bi raya giştî da naskirin.

Fikrê nivîsandina romana vejîna gelê Kurd piştî vê perwerdeyê derkete holê û serpêhatiye dîrokî bi vî rengî destpê kir.

ROMANA PARTIYÊ: VEJÎNA LI WELATÊ ROJÊ
DURAN KALKAN: BERHEMÊN LI PEY XWE HIŞTINE WÊ BÊGUMAN NEYÊN JIBÎRKIRIN

Dûran Kalkan anî ziman di heqê projeya amadekirina romana Partiyê de jî ev agahî dan:

Me jê re got Romana Partiyê, lê belê bi fermî me navê Vejîna li Welatê Rojê lê kir.

Me plana 7 pirtûkên bingehîn kir.

Ji bo şoreşeke mezin a wêjeyê bi pêş keve, ya zehmet bi ser hat xistin, bingeh hat danîn.

Karê ku bi pêşengiya herdu hevrêyên me yên şehîd hate kirin, destpêkeke mezin îfade dike.

Yanî em dikarin vê bêjin; aliyê zehmet ê kar ji aliyê van hevrêyan ve hat bicihanîn.

Berhemên ku li pey xwe hiştine wê li nava nifşan bigerin û bêguman wê ji bîr neçin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv