HILBIJARTINÊN 10’Ê COTMEHÊ YÊN IRAQÊ
BI NÊZBUNA HILBIJARTINAN RE NAMZETÊN SERBIXWE KETIN NAV LIV Û TEVGERÊ
10’ê Cotmehê wê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were.
Tevgera Azadî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji berî demê bernameya xwe eşkere kirbu.
Tevgerê diyar kirbu ku wê di hilbijartinê de piştgiriyê bide 4 namzetên serbixwe.
Yek ji wan Namzetê Serbixwe jî Mihemed Hesen ê bi hejmara 29 li herêma 4 a Silêmaniyê tevlî hilbijartinê dibe.
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re, namzetên serbixwe ketin nava liv û tevgerê.
Namzetê serbixwe serdana navçeya Çiwarqurne kir û piştgirî ji gel xwest.
HILBIJARTINÊN 10’Ê COTMEHÊ YÊN IRAQÊ
PADÊ Û RÊVEBERIYA XWESER ŞÊX SEMÎR DERWÊŞ DESTEK DIKE
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan PADÊ bi namzedê xwe Şêx Semîr Derwêş beşdarî hilbijartinên 10’ê Cotmehê dibe.
PADÊ di serî de navenda Şengalê, li tevahiya navçe û gundan xebatên hilbijartinê dimeşîne.
Di çarçoveya xebatan de li Şengalê konvoyeke wesayitan hat organîze kirin.
Konvoya ji Xanesorê dest pê kir û di gelek deveran re derbas bû, rastî eleqeya mezin a gel hat.