NOBETA “EDALETÊ”
DAYÎKÊN AŞTIYÊ BANG LI HERKESÎ KIRIN KU PIŞTGIRÎ BIDIN EMÎNE ŞENYAŞAR
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar li pêşiya dadgeriya Rihayê, 197 roj li pey xwe hiştin.
Serdan û piştevaniyên çalakiya nobetê jî roj biroj zêde dibe.
Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad ên Îzmîrê çûn serdanan malbatê.
Malbatê şande bi dowîzên “Bila edalet were, zilm bi dawî bibe” û “Em edaletê dixwazin” pêşwazî kirin.
Emîne Şenyaşar bi girî û lorînan serpêhatiyên xwe vegot…
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin axivî û serî de Jinên kurd, bang li herkesî kirin ku piştgirî bidin Emîne Şenyaşar.
Emîne Şenyaşar got; ev 197′ roj in li pêşiya qesra Edaletê, li Edaletê digerin, li ser vê yekê jî doz li min hatiye vekirin.
Dayika Aştiyê Perûze Kurt jî diyar kir ku êş û hestirên çavanên dayka Emine yên hemu dayikane û ev bang kir.
Piştî Axaftin bi berzkirina dirûşmeya “Heq hiqûq edaletê” çalakî dewam kir.