Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Artêşa Tirk li hin deveran ket rewşeke ku êdî nikare gav bavêje

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ARTÊŞA TIRK LI HIN DEVERAN KET REWŞEKE KU ÊDÎ NIKARE GAV BAVÊJE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya taybet a Medya Haberê de, mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan şerê li herêmên parastinê yên Medyayê bi berfirehî nirxand;

Li Metîna, Zap û Avaşîn; li ser xeta Zîlan bi berxwedaneke fedaî şerekî mezin heye.

Ev berxwedan artêşa Tirk li hin deveran xistiye rewşeke ku êdî nikare gav bavêje.

Ku mirov qiyasek bike ev şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de wekî şerê fîl û morîstanga ye, ango rewşeke wiha heye.

Rewşeke ku mirov qiyasa wê bike nîne.

Lê belê morîstang, ew fîlê mezin bi darbeyan xistine rewşeke wisa ku êdî nikare xwe biparêze.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ERDOGAN DIXWAZE TEMAMIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIDEST BIXE

Dûran Kalkan diyar kir ku serokê rejîma faşîst Erdogan, dixwaze temamiya başûrê Kurdistanê bidest bixe.

Ev şer ne li ser sînor, li Başûrê Kurdistanê di qewime.

Hin rewşenbîrên Ereb jî li hemberî vê dagirkeriya dewleta Tirk disekinin û dibêjin; ev Osmanîtiya nû ye.

Di vê pêvajoyê de li hemberî helwesta PDK’ê jî nerazîbûnên girîng çêbûn.

Gelo tu mantiqa ku 40 wesayîtên zirxî bikeve herêma gerîla heye?

Em dizanin; li Osmanîtiyê gelek lîstik hene, lê em fêhm nakin çima PDK dibe amûrê vê yekê?

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ME 40 SAL BERÊ LI GEL PDK’Ê PEYMAN ÎMZE KIR

Derbarê têkiliyên di navbera PDK’ê û PKK’ê de jî Dûran Kalkan got; Me 40 sal berê bi PDK’ê re peyman îmze kir.

Ne nû ye, PKK 40 sal e li ser vê axê ye.

Di Cotmeh û Mijdara 1983’yan de, gerîla û pêşmerge bi berxwedaneke hevpar, qereqolên Sedam ên li herêma Heftanînê ji holê rakirin.

Ya ku Heftanînê rizgar kir, şerê hevpar ê gerîlayên PKK’ê û pêşmergeyên PDK’ê bû.

Fermandarê PKK’ê heval EGÎT, yê PDK’ê jî MULAZIM ELÎ bû.

Ku hê jî sax be bila rastiyan vebêje.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PKK XWEST BARZANÎ BIKE SEROKÊ NETEWÎ, XWE JI VÊ DANE PAŞ

Dûran Kalkan diyar kir ku bi têkiliyên li gel PKK’ê, PDK gelek tişt bidest xistine.

PKK dixwest Barzanî bike serokê netewî, ji vê xwe dan paş.

Di Tebaxa 1985’an de tifaqê xera kirin.

Li gel Tirkiyê tifaq çêkirin û li hemberî PKK’ê dest bi şerkirin.

Gelo bi derketina li hemberî PKK’ê çi bi dest xistin.

Piştî xerakirina tifaqa 85’an, komkujiya 88’an hat serê wan!

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DI NAVA YEKÎTIYÊ DE ÇI PÊDIVIYÊN WAN HEBIN EM AMADE NE PÊK BÎNIN

Derbarê êrişên PDK’ê de jî Dûran Kalkan ev pirs kir; Gelo bawer dike ku bi êrişê wê karibe PKK’ê tine bike?

Em tiştên ku dibêjin berbiçav digirin û bi awayekî cidî jî li ser disekinin.

Ku rêveberiya PDK’ê jî li ser bisekine wê baş be.

Pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye.

Di nava yekîtiyê de çi pêdiviyên wan hebin em amade ne pêk bînin.

Bila her kes bizanibe; Ji bo teslîm bibin an jî tine bibin em derneketine rê.

Em li dijî zihniyeta faşîst a qirker û kedxwar şerê dîrokî yê man û nemanê dimeşînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv